Bi lêgirtina vê yekê ku bikarhêner roj bi roj zêdetir arêzûya bernameyên mobîl dikin, kar, di nav de platformên muamelekirina darayî, pêwîst e ku bi lez xwe digel van guherînan biguncînin. Ji bo bikarhênerên Android (versiyona 4.0 û nûtir), em versiyoneke bi tevahî başkirî (bi hêz kirî) ya têrmînala muamelekirinê ya MetaTrader 5 (MT5) pêşkêş dikin ku taybetmendîyên pîşekarane û giştgîr yên muamelekirin û şirovekirinê dabîn dike.
Versiyona Mobîl ya MT5 ji bo Android van îmkanatan pêşkêş dike:
- Bihayên karûbar (Interactive Quotes);
- Hemû cureyên daxwazên berdest di versiyona standard ya têrmînala MT5 de;
- Şêweyên Daxwazê: Cîbicîkirina Bazarê (Market Execution) û Cîbicîkirina Demildest (Instant Execution);
- Nexşeya Bihayên qabiliyeta guherandina pîvanên wan heye digel demjimêrên demî (timeframes) yên ji M1 heta MN1;
- Xizmetên zêde yên MT5.
Ji bo şirovekirina kûr, Appa MT5 ji bo Android destgihîştinê bi 30 Nîşankerên (Indicators) teknîkî yên bingehîn, elementên grafîkî yên pêwîst, dîroka bihayên, raporên tevahî yên muameleyan û zanyariyên hûrgilî derbarê pozîsyonên vekirî de dabîn dike. Herweha rûpela bikarhênerî ya fireh-erk (çend-erkî) ya standard, amûrên xweserkirinê (otomasyonê) û destgihîştina bijarteyên zêde dihewîne. App formên tevahî, qabiliyeta çêt (chat) û belavkirina nûçeyên darayî jî têda heye. Jibilî vê, îmkanên wergirtina Agahdariyên Demildest (Push Notifications) heye, çi ji xweseriya MetaTrader 5 be û çi ji MQL5.community.
Platforma MT5 ji bo Android di her jîngehê de bi şêweyeke karîger kar dike, rêbaza mezin a datayê bi lez proses dike, mesrefên trafîkê baş dike, pêdivî bi çavkaniyeke kêm heye û bi hêsanî li ser her amûreke mobîl tê damezirandin. Ji bo destgihîştina Appa MT5 ya Forex, tenê pêwîst e ku hûn wê li ser xizmeta Google Play daxînin, damezirînin û têrmînala tevahî ya muamelekirinê li ser amûra xwe bidin meşandin.
Bi MT5 ji bo Android, hûn dikarin bi serverên me ve girêbidin, şiroveyê pêk bînin, Nîşankerên Muamelekirinê (Sîgnal) bistînin û muameleyên xwe ji her xaleke cîhanê pêk bînin, heta gava hûn ji nivîsgeh an komputera xwe dûr in. Tenê pêwîst e ku hûn MetaTrader 5 ji bo Android daxînin û kontrola tevahî ya bazara darayî di destê we de be.
Daxistina li Google Play