Versiyona iOSê ya Platforma MetaTrader 4 (MT4) vê derfetê ji bo muamelekaran dirûxîne ku destê wan bigihe zanyariyên demjimêrî yên bazara darayî, komek amûrên şirovekirina teknîkî ya berfireh wekî Nîşanker (Indicators), Lerzlerk (Oscillators) û Astên Fibonacci bi kar bînin, dîroka muameleyên xwe bipirsînin û bi hemû cureyên daxwazan yên ku di versiyona desktopê de hene, muamele pêk bînin.
Versiyona iOSê ya MetaTrader 4 çareseriyek nimûneyî ye ji bo wan muamelekarên ku herdem di tevgerê de ne an jî ew kesên ku hez dikin amûrên xwe yên mobîl ji bo pêkanîna muameleyan bi kar bînin. Ev App (aplikasyon), ji bilî qabiliyeta destkarîkirin û jêbirina daxwazên hêvîkirî (Buy Stop, Sell Stop, Buy Limit, Sell Limit) û daxwazên seandinê (Stop Loss, Take Profit), rê dide bikarhêneran ku guherînên balansa hesab bibînin, daxwazên hêvîkirî çalak bikin û muameleyên xwe yên vekirî birêve bibin.
Rûpela bikarhênerî ya MetaTrader 4 ji bo amûrên Apple, piştgiriyê dide 12 zimanan, di nav de: Îngilîzî, Çînî, Tirkî û Rûsî, û bi nûkirina berdewam, herdem di rewşek nû û bi cî de dimîne.
Qabiliyetên Sereke yên Versiyona iOSê ya MetaTrader 4:
- Çavdêrîkirina bihayên niha yên bazarê bi şêweya demjimêrî (real-time);
- Bikaranîna hemû cureyên daxwazan, di nav de: Daxwazên hêvîkirî û seandinê (Pending & Stop Orders);
- Cîbicîkirina rasterast a muameleyan li ser nexşeya amûra muamelekirinêt;
- Gihîştina serverên hemû brokerên Forex ên destûrdar ji aliyê MetaQuotes ve; -Piştgirîkirina cureyên cîbicîkirina daxwazê: Cîbicîkirina Bazarê (Market Execution) û Cîbicîkirina Demildest (Instant Execution);
- Dîtina dîroka tevahiya muameleyan;
- Nexşeya Tevgerok (dînamîk) bi qabiliyeta mezinbûn (Zoom) û gerînê (Scroll) di dema rastîn de;
- Dihewandina 30 Nîşankerên (Indicators) navdar yên şirovekirina teknîkî;
- Şirovekirina grafîkî ya bazarê di 7 demjimêrên cûda de: 1 deqe, 5 deqe, 15 deqe, 30 deqe, 1 demjimêr, 4 demjimêr û 1 roj;
- Bijarteyên curbecur ji bo kesayetîkirina (customize) pêşandana grafîkî ya Nîşankeran;
- Sê şêweyên pêşandana nexşeyê: Xêzî (Line), Stûnî (Bar) û Momî Japonî (Candlestick);
- Rûpelek bikarhênerî ya sade û guncaw;
- Qabiliyeta xebatê li ser nexşe û bihayên di rewşa offlîne (bê înternet) de;
- Piştgirîkirina Agahdariyên Demildest (Push Notifications) ji xizmetên MQL5.community û versiyona desktopê, digel dabeşkirina peyaman;
- Qabiliyeta gotûbêjkirinê bi bikarhênerên tomarkirî yên MQL5.com re.